the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bajar

Sî û Çar Heb

wexta tu tê bîra min keskesor e çavê min nav zinarên sar û tengav kenê te yê revok digerim wexta tu tê bîra min bi çaya qaçax serxweş im berfa spi kefenek mezin laşê te yê şewtî dipêçe erê bira erê li wê derê çiya vedirşe bi xwîna te ya germ berfa sor dihele erê bira erê pêncî hezarê di nav solê teyrên te mezin kiribûn pere birin berdan li ser enqere yê kitêba te ya vekirî li ser masê ma peyvên te jê hez dikirin stuyên xwe xwar nekirin ewrên sor digere li ser roboskiyê bêdengiya te ya zû em rakir ser piyê me

Bêjebêje © 2015-2024