the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Bozyel

Deng Bide

Stêrk diqelişin di çavên te de Hîvê reş girêda dayîka porkur Porên te xwêdana rojê de şil dibû Bêdengiya te dilê min perçiqand Giriyên te bû tolhildan Na nabe wisa nabe deng bide Bi girînê rizgarî nabe deng bide Em îcar qêrîn dikin deng bide Bila gerdûn bibihîze deng bide Em girînekî bêdeng giriyan Bi hezar salan kesî nebihîst Me got şer nebe mirin bimire Lê kesî nebihîst ker bû cîhan Kal bû cîhan jar bû cîhan Muzîk: İnan Tat

Bêjebêje © 2015-2024