the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Bozyel

Dil û Ar

Hembêz vekirî were zû were Heta bi erş û ezmanan cano Kurê Kurdistana min zû were Berxiko lawo dê bi qurbano Hov û lawiran bi çekên giran Dorpêç kirine Egîdên dilan Nisêbîn bêbîn bi girî û qêrîn Dê bi heyrano bav bi qurbano Xwîşk û birayên te dil ar û pêt e Sîng kirne zinar wan li cihê te Bi qasî Bagok rûmet û nirx î Ey pakrewano dê bi qurbano Hov û lawiran bi çekên giran Dorpêç kirine Egîdên dilan Nisêbîn bêbîn bi girî û qêrîn Lawikê mino Delîl Xerzano Muzîk: Rizgar Akan Aranje: Xalo

Bêjebêje © 2015-2024