the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Bozyel

Jinên Axa Zêrîn

Ew roj ewran reş girêdan Li ser ezmanên kurdistan Ora ora wan gurên har Tije kirin geliyê şêx ciman Panzdeh şitlên azadiyê Şax vedan li çiyayê bedlîsê Behna berxwedana xwe Belav kirin kurdistanê Tîna berxwedana xwe Belav kirin kurdîstanê Ew gurin gurê laşxwir bûn Tirsonek û bêbext bûn Dagirkerên warê rojê Dijminê hezar salan bûn Ew panzdeh jinên çeleng bûn Bukên axa zêrîn bûn Berxwedan bi şev û rojan Mirin lê rades nebun Gotin: Firat Ronî

Bêjebêje © 2015-2024