
Baran Bozyel
Meşa Jinan
By: Ciwan
Meşek dan destpêkirin jinan
Ji bo mirov daristan baran ax û rûbaran
Bi ken meşiyan ber bi demsalan ve
Bi bedewiya xwe hûnandin azadiyê
Ewqas bêçare ma zilma dagirkeran
Di warên ku bihuşt çandine jiyanê
Serê pesîra wan jêkirin ji singê wan
Lê wan fedîkirin bêjin ax eman
Di bedena xweyî tazîde
Kuştin mirinê hezar caran
Ewqas bêçare ma zilma dagirkeran
Di warên ku bihuşt çandine jiyanê
Ser netewandin jinên şehîd û bi evîn
Hembêza xwe vekirin Ji bêdawîtiyê re
Çawa te vegotin ew berxwedan
Ew nêrînên bêtirs ew sekna biarî
Ewqas bêçare ma zilma dagirkeran
Di warên ku bihuşt çandine jiyanê
Muzîk: İnan Tat