the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Bozyel

Potporî

Tesix Canê Tesix canê lîf û lîf e Wa wey lo Tesix canê Tesix canê lîf û lîf e Bûk û xasî qurbanê Qîza Evdilletîf e Wa wey lo Tesix canê Qîza Evdilletîf e Bûk û xasî qurbanê Tesix canê ser kaniyê Wa wey lo Tesix canê Nîvanê te hatiye Bûk û xasî qurbanê Biharek bi rengîn e Wa wey lo Tesix canê Gul û sosin xemilandîne Bûk û xasî qurbanê Gotin û Muzîk: Gelêrî Herem: Botan Çavkanî: İsmet Kılıç Sakînê Şev şevekî biharê Ax lê gîdiyê lê gîdiyê Cilan daynin bin darê Derd û kulê Sakînê Xew xwaş e li paşla yarê Ax lê gîdiyê lê gîdînê Kêf xwaş e li paşla yarê Derd û kulê Sakînê Şev şevekî payizê Ax lê gîdiyê lê gîdînê Kêf xwaş e li paşla qîzê Derd û kulê Sakînê Gotin û Muzîk: Gelêrî Herem: Dep Min Li Holê Min li holê te li holê Dîlo meskin were Fîstan sorê gul bi gulê Ya min meskin were Tu bisekine derê holê Dîlo meskin were Te ez dîn kirim berdam çolê Ya min meskin were Min li heyatê te li heyatê Dîlo meskin were Bav dixwazî vê xelatê Kafir bavê were Gotin û Muzîk: Gelêrî Herem: Dep Qatirciyo Lo lawo bîrê vede Tereso bîrê vede Heta heqê te nede Bêrê tê lê hel nede Lo lawo qatirciyo Tereso qatirciyo Îşê te li vir çiyo Karê te liv ir çiyo Gotin û Muzîk: Gelêrî Herem: Dep

Bêjebêje © 2015-2024