Baran Bozyel
Rojbîn
Digerim li te li zagrosan
Dipirsim te ji dar û Beran
Dipirsim kanî rojbîna dilan
Ka bêjin li ku ye xêra niştiman
Min pirskir te ji geliyê tiyarê
Gote min bû stêrk çu ezmanan
Gote min bûn stêrk sî û şeş heval
Digerim li te li çarçela
Dipirsim te ji gul û avan
Dibêjim kanî rojbîna çiyan
Ka bêjin li ku ye şehîda welat
Gotin: Fırat Roni