the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Bozyel

Zarokên Bêkesiyê

By: Ciwan

Qêrînek dişewitiya li amûdê Dûsed pêtên agirçiya diteqiyan Di pêşên dayîkan de belav dibuya Ew roj bihuşt xemgînbû li cîhana din Û fedîkir ji xweşikbuna xwe Ew zarokên bêkesiyê ne Di şaristaniya xwînxaran de Lîstikên wan di bin siya maran de ye Û pêlîstoka wan mirine Pel bi pel diweşin li helepçê Geliyê zîlan û li çar aliyên welat Her ku diweşin ewqas jî aj didin Di paşla xwe de hêviyên bêsînor Dimijîne warên kevnar Muzîk: İnan Tat

0

Bêjebêje © 2015-2025