the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Kendeş

Baranê Bibar

[Pêşkêşkirina Kasêtê] Gelê guhdarên hêja û delal, dema we xweş bê Nuha birayê we, dengbêj Baran Bi deng û Tenbûra xwe Ji we re çend helbestên folklorî û şoreşgerî pêşkêş dikê Û helbest ji nivîstên mamosteyê me yê mezin Cegerxwîn Û birayê me yê delal Bahoz Ev kasêt hatiye hazirkirine bi alîkariya tomargeha Nesrîn li Kobaniyê Bi hijmara yekê sala 1986 Zor spas.. Baranê bibar bibar Sêwîngan serê hev xwar Çol û çiya xweş bike Demê li me bike buhar Heyyy Xum-xum ketiye ? Ezmana ? Çiya kir qîr û hewar Baranê bibar bibar Li çiya bû ewr û mij Baran bariya bi xuşe-xuş Vegeriyan bêrî û cotar Baranê bibar bibar Şivan vegeriyan bilez Dane li ber xwe çol û pez Kirin xaniya dewar Baranê bibar bibar Kalekî êzîng dadan Li ber dibê(dibêje) çîrokan Zarok lê bûne guhdar Baranê bibar bibar Çîroka kalê ya xweş Li ser diziyê û şeva reş Ser şêr û gur û eftar Baranê bibar bibar Li ber barana şîrîn Xweş bike dilê xemgîn Gelê me birçî û jar Baranê bibar bibar Ez xortekî gundî me Ji baranê bi hêvî me Bikujî va bayê sar Baranê bibar bibar Bikujî va serma sar Baranê bibar bibar

Bêjebêje © 2015-2024