the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Kendeş

Berf Barî

Berf barî, hûr hûr lê kir Xwe girt li ser kavilan Ji gula xwe re han namek rê kir Ji êş û janan Ew gula sora me çandî Li ser rêka gulistanê Avde herdem xwedî bike Ji êş û janan Berf barî, hûr hûr lê kir Xwe girt li ser kavilan Ji gula xwe re han namek rê kir Ji êş û janan Dosta min tu, Narê Ro, kulîlka buharê Bejindara çinarê Tim ji gula buharê Dosta min tu, Narê Ro, kulîlka buharê Lê rindê, lê rindê Bejin ziravê lê rindê Xelk di xew da xewandin Hişiyar in destê sibê.

Bêjebêje © 2015-2024