the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Kendeş

Çend Sal in Bendewar im

Çend sal in bendewar im Yarekî evîndar im Çend sal in bendewar in Yarekî evîndar im Yar daxwaza min e, gul Dil û cîgera min e, gul Çawa bikim wê bibînim? Çawa bikim wê bibînim? Çawa bikim wê bibînim? Gula min çendî şêrîn e Gula min rojê hiltîne Gula min çendî birîn e Gula min herdem şêrîn Ji hev ketî ev gula min Ji hev ketî ev gula min Evîndar e ev gula min Evîndar e ev gula min Dixwazim gulê bibînim Dixwazim gulê bibînim Gula min sor e ji xwîn e Dilxwaza jîn û evîn e Gula min sor e ji xwîn e Dilxwaza jîn û evîn e Gula min bin dest neyar e Lê dirêj bû şev û êvar e Gul bin destê neyar e Lê dirêj bû şev û êvar e Dixwazim gulê bibînim Dixwazim gulê bibînim Dixwazim gulê biçînim Dixwazim gulê bibînim Rengê gulê kesk û sipî Li hember gulê ben û sêpî Rengê gulê kesk û sipî Li hember gulê ben û sêpî Gula min dixwazê bijî Gula min dixwazê bijî Aştîxwaz e, dil paqij e Aştîxwaz e, dil paqij e Çawa bikim wê bibînim Çawa bikim wê bibînim Çawa bikim wê bibînim Çawa bikim wê bibînim Dijmin gula min diziye 《Wayê, wayê》 Rehê gulê vehiştiye Divê gulê av bidim ez Hêsrê xwînê birjînim ez Divê gulê av bidim ez Hêsrê xwînê birjînim ez Divê gulê av bidim ez Hêsrê xwînê birjînim ez Çawa bikim wê bibînim Çawa bikim wê bibînim

Bêjebêje © 2015-2024