the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Kendeş

Dayê

Navê te li ezmanan Ne stêrkên heyvê Dilê te li zozanan Ne nêrgiz û nisrîn Dayê, dayê, dayê, dayê Tu yî xewna me ye şîrîn Tu yî hêviya me ye birîn Tu jiyan, jiyana me ye rengîn Alem tevda dilşa ne Dayika xwe pîroz dikin Em tenê li nav navan Bi dilê şikestî bang dikin Dayê, dayê, dayê, dayê Tu yî xewna me ye şîrîn Tu yî hêviya me ye birîn Tu jiyan, jiyana me ye rengîn

Bêjebêje © 2015-2024