the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Kendeş

Jiyan

Jiyan çiqas xweş e wek bihna gulê Jiyan çiqas reş e wek teniya sêlê Dilo di jînê da hêviyên te neman Dilo tu çêbû ji bo derd û xeman Dilo di jînê da hêviyên te neman Dilo tu çêbû ji bo derd û xeman Dilo tu çêbû ji bo êş û xeman Dilo tu çêbû ji bo derd û xeman Kur e jiyan wekî derya bê binî Dirêj e jiyan wekî çiyayên bê serî Kur e jiyan wekî behra bê binî Dirêj e jiyan wekî çiyayên bê serî Jiyan li min wekî xewnan hat û çû Wek sawîran ji ber çavê min wunda bû Jiyan li min wekî xewnan hat û çû Wek sawîran ji ber çavê min wunda bû Jiyan li min wekî xewnan hat û çû Wek sawîran ji ber çavê min wunda bû Jiyan li min wekî xewnan hat û çû Wek sawîran ji ber çavê min wunda bû Wek sawîran ji ber çavê min wunda bû Wek sawîran ji ber çavê min wunda bû Xweş e jiyan, pir caran gul dibarin Reş e jiyan, pir caran derd dibarin Xweş e jiyan, pir caran gul dibarin Reş e jiyan, pir caran derd dibarin Ciyê însanan di jînê da nema Dilê me kul bûye ji êşan û xeman Ciyê însanan di jînê da nema Dilê me kul bûye ji êşan û xeman Ciyê însanan di jînê da nema Dilê me kul bûye ji êşan û xeman Ciyê însanan di jînê da nema Dilê me kul bûye ji êşan û xeman Dilê me kul bûye ji kulan û xeman Dilê me kul bûye ji êşan û xeman

Bêjebêje © 2015-2024