the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Kendeş

Tu Derd î Hem Tu Derman î

Tu derd î hem tu derman î Tu yî jana dilê canî Tu derd î hem derman î Tu yî jana dilê canî Tu sozan xweş didî, dîlber Tu sozan xweş didî, dîlber Belê, pê soz û peyman î Min dil wek cewheran da te Te ew dil da bi erzanî Min dil wek cewheran da te Te ew dil da bi erzanî Bike bawer ji min, dîlber Bike bawer ji min, dîlber Te agirê sor li dil danî Bike bawer ji min, dîlber Te agirê sor li dil danî Nuha ez bê kes û dost im Nuha ez bêkes û dost im Xerîb im ez li Kobanî Li ber çavê min e dîlber Ji min ra wek yezdan î Reş e jiyan Reş e jiyana min bê te Weke ewrê zivistanê Tu derd î hem tu derman î Tu yî jana dilê canî Tu sozan xweş didî, dîlber Belê, pê soz û peyman î Tu derd î hem tu derman î Tu yî jana dilê canî Tu sozan xweş didî, dîlber Belê, pê soz û peyman î Min dil wek cewheran da te Te ew dil da bi erzanî Min dil wek cewheran da te Te ew dil da bi erzanî Bike bawer ji min, dîlber Te agirê sor li dil danî Bike bawer ji min, dîlber Te agirê sor li dil danî Bi zilma xwe te ez kuştim Bibê kanî dilovanî? Bi zilma xwe te ez kuştim Bibê kanî dilovanî? Te ez kuştim û napirsî Tu bê wujdan û îman î Nuha wez bê kes û dost im Xerîb im ez li Kobanî Nuha Nuha wez bê kes û dost im Xerîb Xerîb im ez li Kobanî Reş e jiyana min bê te Wekî ewrê zivistanê Reş e jiyana min bê te Wekî ewrê zivistanê Li ber çavê min e dîlber Ji min ra wek yezdan î Li ber çavê min e dîlber Ji min ra wek yezdan î Tu derd î hem tu derman î Tu yî jana dilê canî Tu sozan xweş didî, dîlber Belê, pê soz û peyman î

Bêjebêje © 2015-2024