the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Kendeş

Xanimê

Lê lê tu wer xanimê Bejna te dara rimên Ez li benda te mam Ketim di derya xemê Derkev ji ber pencerê Zalim dilê min ji te rê Ji bo çi pişt daye min Dil reşê, bê bawerê Bawer bike dost ez im Ger zanibî rast ez im Ger tu min xweş nas bikî lê Gernas û mêrxas ez im Pir şah xulamê min bûn Qeyser neçarê min bûn Wek min gelek bêbuhar Bi yara xwe şa nabûn Zalim heger zor nebê Destê sîtem ji me bê Tirs û qeles bê xebat Yara xwe wê kes nebê

Bêjebêje © 2015-2024