the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Baran Kendeş

Xemê Zalim

Lê lê xemê, zalim, kulê zalim Lê lê xemê, zalim, keleşê zalim Dînê zalim Xema min zalim Zalimê zalim Xema min zalim Zalim! Lê lê xemê Çiyayê bilinde, bê dar in, nabin Behir bê binî nabin Gelî û zozan bê av in, nabin ¿ Mirov bê war in, nabin Qîzikên vî zemanî, çardeh salî, di malê bavê de bê dost û yar nabin Xema min, zalim Birînê zalim Keleşê zalim Kulê zalim Xema min, zalim Lê lê xemê Dêrsim e, vê sibê xweş Dêrsim e! De ava çeman û kaniyan hime-him e A ku ez zanim bavê tey xayîn e Diya tê zalim e Ay dil, ay dil, ay dil Ay dil, ay dil, ay dil Ay dil, xemê zalim Lê lê xemê Koçeyan barkirin Koçe bi rê ketin Li nesîbê ji xwe ra keçikên çeleng li kêlekê toran û devan derdiketin Xema min, zalim Kulê zalim Birînê zalim Xema min, zalim. Ay lê xemê zalim, zalim, zalim Lê lê xemê, zalim Heta sax bim eze bêjim xema min, zalim

Bêjebêje © 2015-2024