the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Batalîkê Şîrîn

Ozmano

Were weylo lo weylo lo De were weylo lo Ozmano lo Ez ê serê Qeregerma kawir dinêrim, bilindciya bilindciya ax Ê de minê dî ber jinê sekinîye, jineke bûkîne, derd û şeke birîne, ber belaye ax Kirasekî xorta ji tera şemamîya ser destaye Kubra kbralê dilê xwera digo dilîland De were weylo lo Ozmano De were weylo lo lo lo weylo lo weylo lo Ozmano lo de were neçe ro li nava rojê Seîdê Nado malşewitiyê malşewitî, tiving patronê xwe hildaye ketiye ber cinyazê birê xwe De wê li te xe, te bikuje, heyfa min lê tê cinyazê te ye De were wey lo lo Ozmano lo De were weylo lo lo lo Ozmano lo Ozmano lo ez ê serê Qeregerma kawir dinêrim, bilindciya bilindciya ax Ê de divê îşev sê şev e, sê roj e cinyazê Ozmanê min hiştine De ber sira lo van pincara

Bêjebêje © 2015-2024