the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Batalîkê Şîrîn

Sebra Min

Eman, eman, eman, eman emrê Emrê, xemê min xiyalê te da û bêrî were sebra Malxirabê de tu were cigarekê pêçe û bide destê min kalemêrî emrê Ê de wez ê îşev êvar da dikevime nava sîng û berê xal û xetê te Wez ê sing û berê xal û xetê te xwe ra û tême şeve şeve bêrî emrê Emrê û malxirabê, wez ê kal bûm li min dînê sed car kal bûm Were sebra, de wele dîsa wez ê zindî heftê sal bûm emrê Emrê, de sala çav û biriyê belek, ê de sala îsal wez ê nizam çima bê alem mabû emrê Emrê, malxirabê, zozan nebûn li min dînê me lê danî Sebra, kanî nema me lê avê anî, li min De divê, bextê mi evdalê Xwedê ra Te ez kirim nexweş, nexweşê birîneme Emrê, sebra min tu yî li mi dînê

Bêjebêje © 2015-2024