the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bavê Saleh

Xemûşê

Xemûşê Ey yaaaar Yarî Xemê yarî Xemûşê Li êteka çayê Kurmênc, li ber kaniyan li devê van newala Erê, erê bi ser min de dibû şîngeşînga zext bi xilxala, navtengxezala, gerdenşemala û dêm bi xala Ez nikarim herim pîşêêêê Law pîşa vê bagir û serbaz û vê çawîşê, de yar yar Erê, vê sibê weke marî û mêkewan dixwînê li sîng û berê pilindirî rîşê Ne wek mêkew û mariyan, li Çayê Lêlûn, dixwînê li pilindirê rîşê Ji mi re nebûye, xezalek ji bûcaqê Çemê Efrînê derketiye, ez li Deşta Cûmê, li şopê digerme, li nav hoşeb û qeram û lûlê û karûşê Ey yaaaaar.. Erê.. vê sibê nebûye bêriyek ji bêriyên gundê Mabeta, gava keç û bûkên gundê mehabata xwe didin ber xem û xêzê çekedûzanê, li bêriya danê sibê, radikin helbek ji helbên kenêrî, hêdî hêdî xwe berdidin ber kaniya Berbewîşê Sîng û berê vê sipî ye, mîna berfa Çayê Feraşînê, Melezgirê, zozanên Serhed û Erdîşê Te lêvşekirê ji şekirî qamîşê, gerden ji şûşê Sala çûnî vê çaxî tu di mala bavê xwe de qîz bû, bi sîng û berê xwe yê tîştîrî, tu pedîperde bû, hey mala bavê te neketê, îsal li ber serê te tê teqîn û reqîna darê dergûşê Yaaar Deşîfrasyon: Mihemed Hemkoçer

Bêjebêje © 2015-2024