the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bawer Can

Bijî Newroz

Hat hat Adar hat her bijî Newroz Hat hat buhar hat cejneke pîroz Agir gur bikin, Govendê bigrin Stranan bi hevre bêjin her bijî Newroz Bijî Newroz bijî Newroz her bijî Newroz Li Çarçira Agir pêxin îro Newroz e Li Ûrmiye û Mehabadê cejnek pîroz e Li Saqiz, Sînê, Kermaşan îro Newroz e Dilê Qazî Mûhammed şadkin cejnek pîroz e Bijî Newroz bijî Newroz her bijî Newroz Li Akreyê li Kerkukê îro Newroz e Laleş, Duhok, Sulêmaniyê cejnek pîroz e Li Hewlêr, Zaxo, Helepçe îro Newroz e Aheng û şahiyê bikin cejnek pîroz e Bijî Newroz bijî Newroz her bijî Newroz Li Dêrik. Efrîn, Hesekê îro Newroz e Li Qamişlo, Serêkanyê cejnek pîroz e Stranê Mihemet Şêxo bêjin îro Newroz e Dilê Seyda Tîrêj geşkin cejnek pîroz e Bijî Newroz bijî Newroz her bijî Newroz Li Dêrsim, Mêrdîn, Batmanê îro Newroz e Mûş, Wan, Şirnex, Colemêrgê cejnek pîroz e Ruha, Çewlik û Amedê îro Newroz e Mazlûm, Zekiya sergovend kin cejnek pîroz e Hat hat Adar hat her bijî Newroz Hat hat buhar hat cejneke pîroz Agir gur bikin, Govendê bigrin Stranan bi hevre bêjin her bijî Newroz Bijî Newroz bijî Newroz her bijî Newroz

Bêjebêje © 2015-2024