the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bawer Can

Êmo Êmûşê

Hê hê Tê hera ez ê bêmo lê lê lê lê êmo Qurbana wê bejnêmo lê lê lê lê êmo Heyrana wê bejnêmo lê lê lê lê êmo Hero ez ser wê rêmo lê lê lê lê êmo Êmo êmo êmûşê koçera deşta mûşê heft salên te qediya li ber darê dergûşê lê lê lê lê êmo Hey êmo êmo êmo lê lê lê lê êmo (Dîsgotin) Hê hê . Çûmê helebê carek lê lê lê lê êmo Min anî hine barek, serê malê misqalek Bi neh gundan Muxtarek, bi heft kalan gopalek Bi heft pîran diranek, hijdeh qîzan destmalek heft jinebiyan kitanek, bi neh kursiyan berwarek Ê min tenê sê çarek, heçê nebê binbarek Wan veda kor û marek lê lê lê lê êmo (Dîsgotin) Hê hê . Êmo hatî xurxulî lê lê lê lê êmo Ew biskên hine kirî, ew porên boyaxkirî Hat li hewşê sekinî, heçê neyê dawetê Porê xwesa xwe birî lê lê lê lê êmo Kula êmo giran e, tu car naçe j´vî dilî lê lê lê lê êmo (Dîsgotin) Muzîk û Gotin: Gelêrî Kanî: Husênê OMERÎ

Bêjebêje © 2015-2024