the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bawer Can

Gulbîn

Çavbeleka min tu yî Porxeleka min tu yî Surmeleka min tu yî Lê dil bi kovan ez im Ya dil birîn kir tu yî Ceger bi xwîn kir tu yî Dil har û dîn kir tu yî Ax kuştiyê çavan ez im Memik ji sêvan tu yî Şekir ji lêvan tu yî Di dil de mêvan tu yî Gorî û qurban ez im (Dîsgotin) Taca delala tu yî Şewqa şemala tu yî Kara xezala tu yî Bi qîr û giryan ez im (Dîsgotin) Gula li baxan tu yî Pêta çiraxan tu yî Derdê bê saxan tu yî Lê dil bi êşan ez im (Dîsgotin) Muzîk: Aram TÎGRAN Gotin: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2022