the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bawer Can

Hey Malî

Keçê ez cotkarî me hey malî Kedkar û xwêdayî me Hey malî Ji gundê wîyalî me Hey malî Li ser nanê tisî me Hey malî Hey malî malî malî Hey malî Hey malî malî malí kevanî Cotek bizinê min e Hey malî Li ber derîkê min e Hey malî Serjêkin goşt ji we re Hey malî Hûr û rêvî ji min re Hey malî (Ser û pê jî ji min re Hey malî) Hey malî malî malî Hey malî Hey malî malî malí kevanî Keçê Sîtilê bîne Hey malî Ser û pê bikelîne Hey malî Sifra xwe li ber dîne Hey malî Maliyan bicivîne Hey malî Hey malî malî malî Hey malî Hey malî malî malí kevanî Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek

Bêjebêje © 2015-2022