the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bawer Can

Kejê Tu Kej î

Kejê tu kejî welleh billeh tu kejî Çavên min gez kir dilê min ketye te jî Çongem şikestin şev neçûm mala xwe jî Çavên wê kurmalê mîna hebê birincê Destê wê kejê bû dermanê qolincê Kejê tu kejî welleh billeh tu kejî Kejê elwendê çel bisk û çel lokendê Destê xwe bide destê min Rab em biçin govendê Kejê tu ji kê re ev sorîna te ji kê re? Kejê tu kejî welleh billeh tu kejî Gotin û Muzîk: Gelêrî Çavkanî: Mihemed Arif Cizîrî

Bêjebêje © 2015-2024