the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bawer Can

Kinikê Bêrîvanê

Canê canê canê lê kinikê Bêrîvanê Canê canê canê lê esmerê ji mala hanê Destmala ser destanê lê destmala ser destanê Xatirê xortan nizanê lê herdu çavan rijyanê Canê canê canê wey Canê canê canê Hat kerwanê morîka lê hat kerwanê marîka Danî li devê çewlika lê danî li devê çewlika Te ez kuştim te ez helandim kirim zêrê bêrîka Canê canê canê wey Canê canê canê Canê bimeş bimeş lê wey cane bimeş bimeş Xulama wan çavên reş lê heyrana wan çavên reş Xwezî bavê te bimira serê te ji min re bima xweş Canê canê canê wey Canê canê canê Dinya bi çerx û feleke lê dinya bi çerx û feleke Kesê bi dil zewicîn rojek dizîn ji felek e Kesê bêdil zewicîn ket gola gerînekê Canê canê canê wey Canê canê canê Gotin û Muzîk: Gelêrî Çavkanî: Necmedînê Dêrikî

Bêjebêje © 2015-2024