the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bawer Can

Mêvanê Dilê Te

By: Ciwan

Bûm mêvanê dilê te, te derî venekir Çavên min tije xwîn bûn, te lê mêze nekir Keçê halê min nema, dînê halê min nema Bû zindan Erd û Sema Haho min çikiri bû, te ez xistim xema Dînê min çikiri bû, te ez xistim xema Ezê bimirim, min nedît, wê sînga gewr û boz Min çi kir ew dil nebû, ji min re hêlîn û koz Keçê halê min nema, dînê halê min nema Bû zindan Erd û Sema Haho min çikiri bû, te ez xistim xema Dînê min çikiri bû, te ez xistim xema Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek

0

Bêjebêje © 2015-2025