the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bawer Can

Vegerya

Gava ku ji cem min çû Dilê minî jar da dû Zîvirî li min nêrî Heş ji serê min diçû Gava ku dijîm bê te Her roj agir û pête Bê evinî fihêt e Jiyan çênabe bê te Dikevim nav xeyalan Kêf û xweşyên wan salan Dilê min bir bi talan Hêstir barîn wek baran Ne wiha ye evîndarî Bo çi hindî dil sarî Heger ku tu nikarî Ne hilgire vî barî Nekeve bin vî barî Bê te dilê min meste Bawer got ev helbeste Te hebin heş û heste Wer li ba min raweste Min dî li min vegerya Çûm peşyê bi baqên gulan Ser çavan û ser seran Ez bûm xweye dû peran Ez difiryam li herderan Seran serê welatan

Bêjebêje © 2015-2024