the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bawer Can

Were

Çiya bilind bejna te ye Reng sor û zer fîstanê te ye Dilê min ji te re te birî bi xwe re Nizanim bi kuda dibî Dilê min ji te re te birî bi xwe re Nizanim bi kuda dibî Were de were were de were Min jî hevalke bi xwere Were de were were de were Min jî hevalke bi xwere Dil şewitî tîna te ye Ez şewitîm hisreta te ye Min ne hekime min ne loqmane Bive çare ji derdê min re Min ne hekime min ne loqmane Bive çare ji derdê min re (Dîsgotin) De were evîn Ji hisreta te, di dilde şîn hatî sed kul û birîn Ma qey êdî tu nayê Bi lingê xwe tu nameşî nava dilê min Bi hezkirina xwe tu peqij nakî birînê min Bi lêvên xwe tu maç nakî Çendî dijware hezkirina te Vê gaziya min tu qey nabihîzî Tîrên çavan bese tu berde bedena min De were evîn de were de were Gotin û Muzîk: Murat Yapıştıran

Bêjebêje © 2015-2024