the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bawer Can

Zanyar

Ê di xew de te şiyarkir Ê nezan te zanyarkir Te jibo çandê karkir Te lal bi ziman zarkir Mamoste tu zanyarî Ronahiya warê tarî Bû penûsa niviskarî Bû ramanê zanyarî Herdem tu alîkarî Doza Kurd kir diyorî (Dîsgotin) Ji yên weke te mezin Spasdarin mêr û jin Bawerim rêzanê min Kurd tev pesnê te didin (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024