the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bawer

Eşqa Te

Lewma dilê'm şewitî Agir bi min ketî Lewma çokê'm lerzî Ji ber Eşqa te Wan çavên kilkirî Biskên hinekirî Bejna te yê bilind Binêr çi li min kirî Lewma dilê'm şewitî Agir bi min ketî Lewma çokê'm lerzî Ji ber Eşqa te Gava tê bîra min Naxwazim bibînim Çavên te yê belek Dil dişewitînin Lewma ez heliyam Kezeba'm qeliya 'Emrê min qediya Ji ber Eşqa te

Bêjebêje © 2015-2024