the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Becoyê Hesen

Delaliyê

Were delaliyê, delaliyê qurba malê me cînarê malên wan kirîvan bûn Muhbetê wez bi gorî, malê me cînarê malên wan kirîva bû De hîva gundê me îşev êvar da xeyîdiye naçe ava, de lê lê Bextê min delaliya mi sal û zeman xera bûne Tu soz di orta me her da nema delaliyê Muhbetê wez bi gorî wez ê navê te şîta gazî dikim Torinê qamî qedîmê navserayê delaliyê Were delaliyê, delaliyê qurban Min ê bostanekê çandiye, bostanêvan zebeş e Muhbetê wez bi gorî, mi bostanek çandiye bostanê zebeş e Bextê min delaliya mi da sal û zeman xera bûne Bextê min her da çi bexteke reş e, were delaliya min Muhbetê wez bi gorî wez ê navê te şîta gazî dikim Torinê qamî qedîmê navserayê delaliyê Were delaliyê, delaliyê qurban Min ê bostanekê çandiye, bostanê van xiyara Muhbetê wez bi gorî, mi bostanekî çandiye bostanê van xiyara De minê avdaye, avê cotkanînkê heft zinara Bextê min delaliya min sal û zeman xera bûne Bak lê rabûye, tu tişt li dewsê hêşîn nema delaliyê Muhbetê wez bi gorî wez ê navê te şîta gazî dikim Torinê qamî qedîmê navserayê delaliyê

Bêjebêje © 2015-2024