the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Becoyê Hesen

Kavkar Rengîn

Kurxal wez ê kavkarekî şaristan kim Yêtîm gede, wezê, kavkarekî şaristan kim Wez ê qopo ji xwe ra bi deman kim Wez ê heyran bejna kurxalê, morî mercana mi ra bistîne Ew ê bive bi yavaş yavaş morî mercankê xwe pêva ke Qurban minê te dî nedî taj de diyar bû Yêtîm gede, min ê te dî nedî taj de diyar bû Kurxalê min porkura Xwedê sekiniye li ser xan û manê efendiya lo Sekiniye li ser xan û manê efendiya Wezê heyran nîvê şevê sehetekê dakevime li ser çokê, ez heyrano Kurxalo qurban, lê mala li warê ortê danî Têjo qurban, lê mala li warê ortê danî Çewa meriv du kawira zivistanê jar xwey ke biharê berî çêrê de Mi mereza xwe helanî De mi mereza xwe helanî, Bavê min xêrê dinyayêda nevîne Ez negirtin nedame kurxalê Girtim dame malê dinê çerkezê qopoyê papaxgenî De wî bi li mi lawiko dîno, malmîrato, malhebîno Kuro lawo ber malê dinê nekeve, malê dinê memîno

Bêjebêje © 2015-2024