a photo of Beha Şêxo

Beha Şêxo

Heyfa vî emrê ciwan

By: Ciwan

Feryad û sed ax û eman Ez ketme ber êş û belan Heyfa evî emrê ciwan Min daye ber derd û kulan Derdan di dil min dane şax Nîsan li min bû wek tebax Mêrga dil û can çilmisî Hişkbûne hewdê sorgulan Hişk bûn li dil mêrg û çîman Teyr û tilûr qet tê neman Îro ji wî baxî bilî Awaz û dengê bilbilan Helbest: Seydayê Tîrêj - Emrê Çûyî

0

Bêjebêje © 2015-2025