a photo of Beha Şêxo

Beha Şêxo

Ji Mir Gotin

Ji mir gotin li Qamişlo Dîlbera te mest û gêje Li ser êşa vê dîlberê Yek şîretê kes nabêje Gotin bûke lê biçûke Çîroka wê pir dirêje Destê nojdar birîndare Bin nenûka tev qirêje Ji mir gotin li Qamişlo Dîlbera te mest û gêje Ji mir gotin li Amedê Dîlbera te pir dinale Di çavê min ji hêsra re Şev û rojê sor peyale Ev bu sed sale di vê xewnê Li pêş çava hîn xeyale Sal buhurîn li hêviya wê Serê îro gewr û kale Ji mir gotin li Amedê Dîlbera te pir dinale Ji mir gotin li Mehabad Dîlbera te wa bê denge Di zindana kul û êşa Xemla bejnê tarî renge Heger wilo jar bimîne Cihê wêna gora tenge Min got bese vê nebêjin Hîn ji mêjde şox û şenge Ji mir gotin li Mehabad Dîlbera te wa bê denge Ji mir gotin li Hewlêrê Dîlbera te perîşane Ji ber êşa perçebûunê Di xemlê de dil kovane Li nav cîhan hîn ne nase Bê sînor û bê nîşane Min got raste lê bi ale Xwedî tac û perlemane Ji mir gotin li Hewlêrê Dîlbera te perîşane Ev bun sed sal ez dinalim Ji ber êşa çar dîlebera Birînên wan derman bikin Bi rondikên gulîzera Agirê sar ezê dadim Weku ronak û find û çira Ta ku ew bax bixemile Li şûnwarê kelempera Ev bun sed sal ez dinalim Ji ber êşa çar dîlebera

Bêjebêje © 2015-2024