Beha Şêxo
Kurdo
Kurdo tu biner îro carek
Çima em li paş in?..
Yan gelo em şaş in?
Em jî weke gelê cîhanê bi milk û aş in
Lê em sed qeraş in
Her yek ji me bi rengekî aşî digerîne
Lê her sed kelaş in
Arvanê me tê hêran li ser çerxên ne wekhev
Ser çerxên ne wekhev..
Evqasî nebaş in