Beha Şêxo
Wa nesrînê
By: Siyabend
Wa Nesrînê, sorgul vebûn
Tû bi tenê wilo ma
Buhar hat û kanî derbûn
Tu zer maye, ji serma
Wa Nesrînê, sorgul vebûn
Tû bi tenê, wilo ma
Buhar hat û kanî derbûn
Tu zer maye, ji serma
Were were, wer Nesrînê
Yezdana çiyayê evînê
Rû pîrozê û çav şermînê
Were roniya kaniya jînê
Were were, wer Nesrînê
Yezdana çiyayê evînê
Rû pîrozê û çav şermînê
Were roniya kaniya jînê
Wa Nesrînê, bê buharim
Dûrî xemla wan çavan
Bê lavlav û bi hawar im
Mîna kewê li nav davan
Wa Nesrînê, bê buharim
Dûrî xemla wan çavan
Bê lavlav û bi hawar im
Mîna kewê li nav davan
Were were, wer Nesrînê
Yezdana çiyayê evînê
Rû pîrozê û çav şermînê
Were roniya kaniya jînê
Were were, wer Nesrînê
Yezdana çiyayê evînê
Rû pîrozê û çav şermînê
Were roniya kaniya jînê
Wa Nesrînê, heyfa jînê
Here wilo, bê buhar
Tu bû lûsê bîranînê
Geh lorîn û geh hewar
Wa Nesrînê, heyfa jînê
Here wilo, bê buhar
Tu bû lûsê bîranînê
Geh lorîn û geh hewar
Were were, wer Nesrînê
Yezdana çiyayê evînê
Rû pîrozê û çav şermînê
Were roniya kaniya jînê
Were were, wer Nesrînê
Yezdana çiyayê evînê
Rû pîrozê û çav şermînê
Were roniya kaniya jînê