a photo of Behcet Yehiya

Behcet Yehiya

Çenê Dûr Bim

Çenê dûr bim bê xembe lêm , le her kwê bî nizîkî lêm Bêcge le to badey hîç kes hergîz hergîz ser lêw nanêm Şemallîş bim ke hellim kird berew menzillgay towe dêm Her temenay badey tome, demî tînû aw pirrjênkem Her bo ciwanî to enûsim, nawî şi’ir enême ser dem Şi’irekanim wek xêllekî , dewaryan lay to hell edem To ew dem û ew zimaney ke honrawey pê ehonim To laperrey ew dîwaney beserhate bo ewînim Ciwanî hemû kwêstanekan le çawî to da ebînim Le azara wa til exom , were azar şikênî min Bê to le naw şi’irekey xomẍxerîbim ya kesêkî win Derwêşêkî rêgay ’eşqim her toy tekiye û xaneqay min

Bêjebêje © 2015-2024