a photo of Behcet Yehiya

Behcet Yehiya

Dil Ji Min Bir

şox û şengê zuhre-rengê dil ji min bir, dil ji min awirên heybet-pilingê dil ji min bir, dil ji min wê şepalê misk î xalê dêm-durê gerden şemalê cebheta biskan sema lê dil ji min bir, dil ji min zulf û xalan nûn û dalan wan ji min bir dil bitalan goşeê qewsê hîlalan dil ji min bir, dil ji min dêm nedirê bo ebîrê xemrî yû gîs û herîrê sîne kir amancê tîrê dil ji min bir, dil ji min sur-şirînê nazenînê kuştim û nakit yeqşnê wê bi çengala evînê dil ji min bir, dil ji min herdu weşman naz û xeşman kî ji ber wan eql û hiş man sa'eta min dî bi çeşman dil ji min bir, dil ji min şox û şengê zuhre-rengê dil ji min bir, dil ji min awirên heybet-pilingê dil ji min bir, dil ji min wê şepalê misk î xalê dêm-durê gerden şemalê cebheta biskan sema lê dil ji min bir, dil ji min

Bêjebêje © 2015-2024