a photo of Behcet Yehiya

Behcet Yehiya

Eşqî Xudayî

Agirê le derûnma razêkî sewdayî ye Bûme sofî xellwetî ew eşqe xudayî ye Çawim bînayî nema keçî her çawerrête Rêgay to egirme ber daîm serim le rête Yekê pêm ellê derwêşe, yekê pêm ellê şête Min xom bê lanem keçî ew dillem lane û cête Derûnim bote dîllî zîndanêkî ebedî Bûm be welî dêwane keçî her şemim nedî Ewendem azar noşî temenim bû be ziryan Basî beserhatî min bote wêrdî ser ziman

Bêjebêje © 2015-2024