a photo of Behcet Yehiya

Behcet Yehiya

Ewîn Sinurî Niye

Boye çawim xoş ewê, çûnke toy pê ebînim Ey hawxemî giryanim, hawdengî pêkenînim Boye zarim xoş ewê, nawî toy pê ehênim Katê ke nawit ebem eşkê hîlakî jînim Jiyanim tarîkîye ger ewînî to nebê Temen wek beharêke ke nêrgizî pê nebê Ewîn sinurî niye, hawsere azîzekem Yaxwa beheyranit bê heyran û awazekem Dûr le willatî sozit rûhî min bê laneye Asewarêkî rûxaw, şarêkî wêraneye Dillim berdebazêkî rêgay ew cê jiwaneye Deba ’alem pêm billên kurrêkî dêwaneye

Bêjebêje © 2015-2024