a photo of Behcet Yehiya

Behcet Yehiya

Ger Biwarî Daynewe Rojgarî Çewut

Ger biwarî daynewe rojgarî çewut Carîkî tir yekman bînî be rêkewt Nekey herwa be nîgayek be rêm key Be rûxsarma birrwanî lêm têdegey Befrî temen barîwe serdemêke Her tallêkî qijim basî xemêke Wek rewendan çon ellweday kwêstanin Yan birsiyan çende le xemî nanin Wek şiney bay hogirî pelkî daran Wek tînwêtî wuşke sallê bo baran Awa minîş bo dîdarit peroşim Xeyallî to tenîwiye bîr û hoşim Destî rojgar xozgey kirdim be birya Bê naz kewtim, dillim wek korpe girya Boye çawim êstaş pirr le esrîne Sarrêj nabê birînî ew ewîne Hemû temen legel xoma eygêrrim Ew zameye hewênî wuşe û dêrrim Gullê nebûy le paş werzê bijakêy Renge xoşit nezanî wek min to kêy Hezê nebûy paş sallanê beserçî To ew hestey legel rûha der eçî Bê wîstî min destî zemen way hêna Ke to rûh bî min be çî bitkem wêna Honrawey: hêmin mam nadir

Bêjebêje © 2015-2024