a photo of Behcet Yehiya

Behcet Yehiya

Hawarî Wîjdane

Xelkî ellên boçî hênde goranî bo ’eşq ellêy Lêm epirsin şeyday çî bûy awa bekul boy esutêy Ya pêm ellên çiye lalo awazeket bo xembare Boçî eşk be rûxsarî honrawekantewe diyare Nazanin ke hawarî min goraniye û laylayeye Ewey neydîbê nazanê ’eşq çi janêkî heye Goranî peyamî rûhe û awêney naxî însane Tenha rêgay derbirrînî daxî derûnî ’aşqane Şî’r hawarî wîjdane killpey sozgirtinî giyane Mosîqa burkanî sîne û lêzmey baranî çawane Rewtî jiyan çon rê eka eger xoşewîstî nebê Yaxûd karwanekey mêjû be bê ’eşq bo kwê eçê ’eşq nebê jiyan emirê, cîhanî dill wêran ebê Kwanûy kam dilley pirr heste wek seholbendanî lêdê

Bêjebêje © 2015-2024