a photo of Behcet Yehiya

Behcet Yehiya

Pîrî Meyxane

Leser dû çawanî to bûme pîrî meyxane Werin seyrî dillim ken çi ’eşqê tiya penhane Ta dwarradey bedmestî be ewînî to mestim Ca îtir minî şa’îr çon xame bigirê destim Bedabî ewîndarî zarim hellbênim be soz Mesinî ewînît bikem bînûsim wuşey pîroz Bulbul û perwane azîz menê naw yek tay terazû Em bo ’eşqe ke desûtê ew dexwênê bo arezû Bulbul nîm le dûr bixwênim perwanem dêm ta bisûtêm Ewaney le sûtan nagen renge gelê şit billên pêm Çûn le peyvî min nagen hemûy sozî dûrîte Pêm dellên ew ’aşqe kesêkî bê nerîte Rêzî nerîtê nagirim rêy ’eşqî tom lê bigirê Ger nezanî ser rêgeş sed car berdim têbigirê Honrawe: hêminî mam nadir

Bêjebêje © 2015-2024