Behcet Yehiya
Şekre Befre
Şekre befre, beser serma aram aram, dête xwarê
Gerçî giyanî dapoşîwim, weku darî bin binarê
Ellwedam taku beyanî, çaw lêk nenê, her bibarê
Le jêr ballî ew befre da, bê perwa her dêm û errom
Firîşteyek destim egrê, bimbatewe lanekey xom
Ew nazanê çend hez ekem, ahî dill bew befre bişom
Emşew le say kizeba da, ba her serma bimtezênê
Ba ew befre wek şorebî, hemû giyanim bilerzênê
Sibey bête aw û dîsan lêwî kanî bibizwênê