a photo of Behcet Yehiya

Behcet Yehiya

Şox û Şengê

Şox û şengê zuhrerengê Dil ji min bir dil ji min Awirên heybet pilingê Dil ji min bir, dil ji min Wê şepalê miskê xalê Dêmdûrê gerden şemalê Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir, dil ji min Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min dil bir bi talan Goşeyê qewsê hilalan Dil ji min bir, dil ji min Dên nedîrê bo 'ebîrê Xemrî û gîs û herîrê Sîne kir amancê tîrê Dil ji min bir dil ji min Surşirînê nazenînê Kuştim û nakit yeqînê Wê bi çengala evînê Dil ji min bir, dil ji min Herdu weşman naz û xeşman Kê ji ber wan 'eql û hiş man Sa'eta min dî bi çeşman Dil ji min bir, dil ji min Helbest: Melayê Cizîrî

Bêjebêje © 2015-2024