a photo of Behcet Yehiya

Behcet Yehiya

Tolle

Min bûrkanî çiyay xemim, emro hatûm Min lafawî giryanêkî peng xwardûm Min ew gelem enfal bûwe nan û bergim Enfal bûwe nawnîşânim Enfalyan kirde morêk û xistyane ser nawçewanim Beyaniyek birînî kon û nwê kulayewe Perrey mêjû be pencey xwênawî nûsrayewe Beyaniyek ke demî bê ziman kewte nerre Wutî tolley Germiyan û Şarezûr kirayewe Serî berzî Segirme û Pîremergun û Qendîl Bo şewezengî em rêgaye dagirsayewe Beyaniyek em şare wek daykî cigersûtaw Herdû dest û meçekî hellkêşa bû le xwênaw Beyaniyek le tolley ew hemû kost û merge Dar û berdî em xake lêyan bû be pêşmerge Ke pêşmerge girrî girt wekû mom tiwayewe Xelkî koç pêkirawî Badînan gerayewe Xelkî koç pêkirawî lay Germiyan gerayewe Beyaniyek çawekey Kurdistanî pirr meynet Bo diwacar bû rijandî ah û eşkî pirr hesret Ke lafawî ew eşke hat dûjminî têkşikan Deryayekî bê bin bû celadekan tiya xinkan Daykî şehîd le tolley ew dile birîndare Herdû pirçî bo dûjmin kirde petî sêdare

Bêjebêje © 2015-2024