the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bêkes

Ew Ki Ye Li Def Te

Te digot ji te dîrim, kengî dê te bînim ? Te digot tu namînî, çawa bê te biqetînim ? Te digot ez bê te, dê bêkes mînim Te ne digot dê êkî şîna te înim Ew kiye li def te, ew kiye def te Na, ew ez nînim Ew kiye li def te, ew kiye li def te, ew kiye? Tu çûy dê bêkes mînim Na ez nînim, te digot min kengî dê li dev te rînim Te digot min, tu nemînî çawa bê te biqetînim Noke bi êkî dîve mijîlî û jiyana te cane Hate şîna min bo te bû hemî viyana te mana ? Ya diyar e, hemî jiyana te keyf û xoşî ye Veca êkî wekî min di jiyana te da boçî ye ? Te dibînim careka dî û diçim nav xeyala Êkê dî hate şîna min û şîna te maye vala Sal derbaz bûn bê te, ma dê bo te ez çi bêjim ? Te ez hêlam bitenê û te viye ez bi êşim Piştî tu çûy rojet xoş êk bi êk çûn Hemî tişt têk çûn Ew kiye hemî tişt sera wî ji destêt çûn ? Tiştê te yarî pê dikirin, bizane hestêt min bûn Hemî hêvî li pêş çavet min, hêdî hêdî, sotin Ew gotinet te digotina min, te bo êkî dî jî digotin Here sind û sozêt xo hemî ya li bin pêt xo dana Hindî serê derzîkê jîk nakey hizrêt xo mana ? Te ez hêlam bitenê, dê bêje min sebeb çiye ? Te digot min bê te dimirim, pa bêje ew kîye? Te digot min, tu hemî jiyana minî, dilê min Ev gotina te digota êkî dî jîk ji bilî min Ew jîk wekî min e, jiyana wî bê te rêva naçît Xiyanata lê dikey û her pêva naçît Tu çûy heçikû xewa, hemî jiyana te ewe Û ji destpêka min dizanî vîna te direwe Min her du çavêt xo girtin, da nebînim, tu xayînî Da nebînim, tu diçî, erê nebînim tu namînî Min gelek gotnêt dî mayî lê baştir nezanî Te xo firot û bizane te ez jî da bi erzanî Ez jîk westiyayîma bizane êdî deng ser nakevît Min jîk zanî ku êka wekî te na bernakevît Dihête bîra tu ku bi salan te ez li dîv xo dikêşam Ma te çi dane min ji bilî derd û xem û kul û êşan Li vî bajêrê xerîb li hêviya te mam bi salan Li te geriyam li hemî kolan û li hemî malan Dihête bîra te ku te digot çi cara ji te dîr nabim? Ma te çi dane min, ji bilî naxoşî û bîrhatin ? Te ez hêlam bitenê, de bêje min sebeb çiye ? Te digot min bê te dimirim, pa bêje ew kiye?

Bêjebêje © 2015-2024