Belga Qado
Kûra Çayê
Erê Kûra Çayê wê Topê Qersê we
Wey malîno, Kûra Çayê wê Topê Qersê wê
De bira Xwedê xirav bike dewata kurrê Elê Besê wê eman şarê
Wey malîno şara serê me girtine dane, wey, ber meqesê, bi wê
Ê eman şara way mi bavêjin eman şarê
Lo gundîno, hûn deng nakin
Wey malîno, hûn deng nakin
Şara serê min mehrûma Xwedê birine, bawer nakin wî eman şarê
Kûra Çayê wê ber zinara
Wey malîno, Kûra Çayê wê ber zinara
Şara serê min mehrûma Xwedê, ketiye destê wê van neyara way, wey eman şarê
Eman şara min bavêjin
Wey malîno, şara serê min bavêjin
Ergî şara serê min navêjin ezê kerbê şarê wê ker û gêjim, wê eman şarê