the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Belga Qado

Wey Lûr

Hewşa me hewşa we da, wey lûr, wey lûr, wey lûr Hewşa me hewşa we da, her govendê, govendê Berê hewşê qulbê da, wey lûr, wey lûr, wey lûr Berê hewşê qulbê da, her govendê, govendê Mi kes dîbû xewnê da, wey lûr, wey lûr, wey lûr Mi kes dîbû xewnê da, her govendê, govendê Dilê min xwîşka te da, wey lûr, wey lûr, wey lûr Dilê min xwîşka te da, her govendê, govendê Wez hatim yalê we va, wey lûr, wey lûr, wey lûr Wez hatim yalê we va, her govendê, govendê Koç geriya rê me neda, wey lûr, wey lûr, wey lûr Koç geriya rê me neda, her govendê, govendê Gustîla min di tiliyê da, wey lûr, wey lûr, wey lûr Gustîla min di tiliyê da, her govendê, govendê Min xwestî bavê neda, wey lûr, wey lûr, wey lûr Min xwestî bavê neda, her govendê, govendê Tiliyê min çavî te da, wey lûr, wey lûr, wey lûr Tiliyê min çavî te da, her govendê, govendê

Bêjebêje © 2015-2024