the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bêmalê Keko

Delan e

Delan e xweş Delan e, xweş Delan e Şerekê me qewimiye Delana wêran şerê qilinc û kalkana ne Tê reqîniyê darê dar riman e Tê şingîniyê şûran û mertalan e Tê norînê manekane, tê qîrîniyê jinebiyan e Xwînê avîtîye zengûyê manekane Êvarda dikişe xwîna lo van mêran e Weylo syaro, weylo syaro, weylolo lo birîndaro Weylo syaro şerekê me qewimiye Delana wêran berî bendê, şerekê qewimiye Delana wêran berî bendê Şûr mertalê Bavê Zadê giran e daketine ser qolanê zendê Şade şûdê Bavê Zadê gelek hene, şerekî xweş kiriye Delana wêran syaro, qurbano tu li reqasa ber govendê Weylo syaro, weylo siyaro, weylo siyaro Serê me bi gorî, canê me lo heyrano Weylo siyaro ezê Delanê dinêrim wê gezgezke, syaro qurban ezê Delanê dinêrim wê gezgezke e Miço kire gazî go: Şarê dayîka min kiribî, de tu rabe çarsaliyê birankê xwe mehes ke De tu rabe çarsaliyê birankê xwe mehes ke, şadê şûdê birangê te li meydanê gelek hene Wê li nava meydanê jêkiriye serê heftê du zabitê lo ser bi kesk e Weylo şaro, weylo şaro, weylo şaro, lo lo birîndaro Delanê dinêrim devî rê ye Delanê way dinêrim devî rê ye Miço ji eyfedînê rakin ji pê ye, pişta wî bidin li darê ye Binê desta dara dar rimê ye, bavêne zendê mertalê ye Belkî eskerê nîzamê jê bikişîne sawê ji xofê ye Êsîrê Kurdistanê derbas bibe ji Wanê ye Weylo şaro, weylo şaro, weylo şaro, lo lo birîndaro

Bêjebêje © 2015-2024